Wa'z

Piştî ku mirov Yezdanê rast dinase, yek ji imtîhanên herî giran ewe ku mirov di aliyê giyanî de dibe xweperist (egoîst). Dibe ku em ji têkiliya xwe ya bi Yezdan re pir têr bibin û tevayê xebata xwe ya Încîlê û manewiyata xwe di nava xwe de bihêlin û ji bîr bikin ku van tiştan bi kesên din re -bi rêheval, bawermend û dinyaya li derdûdora xwe re- par vekin. Gotina Yezdan û Mizgîna rasteqîn ya di wê de, mîna lembe an jî ronahiyekê ye ku di tariyê de vêdikeve (Zeb. 119:105 ; Meth. 4:18). Îsa destnîşan kiriye ku xwediyên wê ronahiyê, wê nikaribe wê têxe bin sîtilekê (teşt) û wê eşkere nîşanî her kesî bide (Met. 5:15). Îsa wiha got, "ez ronahiya dinyayê me" (Yû. 8:12) ; Ji ber ku hûn li hel Mesîh vaftîz bûne, "hûn jî ronahiya dinyayê ne" (Met. 5:14). Mesîh wiha domand: "bajarê ku li serê gir were avakirin, nayê veşartin".
 

Heger em jiyana xwe li gora Mizgîna rasteqîn bidomînin, wê pîroziya me diyar be. Emê nikaribin veşêrin ku em ji bo hêviya serdestiyê cûda bûne û em ji riya dinyaya wan ya (maddî) derketine.


Divê em bi rê û rêbazeke zerîf, zanebûna rastiyê li gel herkesê ku derkeve pêşiya me par vekin. Em dikarin axaftinên xwe li ser mijarên giyanî bikin, em dikarin bi endamên dêrên din re têkevin gotûbêja ramanî, em dikarin belavokan belav bikin, reklamên biçûk bidin medyaya xwe ya herêmî û bi riya van çalakiyan desturê bidin çirisandina ronahiya xwe. Divê em xwe ji bawermendên din cûda nekin. Her yek ji me xwediyê berpirsyariyeke taybetî û şexsî ye. Birayên li gel Mesîh, li gora komên din di aliyê tevgerê de bê hêz in. Her yek ji me dikare bi aboriya xwe ya şexsî li gora taqeta xwe kar bike.


Yek ji riyên herî serkeftî ji bo Wa'zê ewe ku em baweriya xwe ji malbat û hevalê xwe re eşkere bikin û derbasî nava wan bibin. Yên ku hevalê wan ne bawermend bin, divê baweriya xwe bi wan bidin naskirin. Piştî ku mirov ev yek pêk anî, ne di cîh de ye ku mirov mijarê her demê di rojevê de bihêle û zorê li wan bike.


Kesên ku bi riya zorê vegerin, daxwazên Yezdan nasnakin. Wezîfeya me ewe ku em şahidiya rastiyê bikin. Ji bo vê şahidiyê em xwediyê berpirsyariyeke mezin in (Ez. 3: 17-21). Heger Mesîh di pêvajoya jiyana me de were, "wê ji her du kesên li derve, yek biçe û yek bimîne" (Lûq. 17:36). Heger me ji malbata xwe û hevalên xwe re behsa hatina Mesîh ya duwemîn nekiribe, wê hatina wî ecêb be.

Gotarên Din

Pirsgirêkên Giyanî

Zewac

Jiyana Komelayetî

Create your website for free! This website was made with Webnode. Create your own for free today! Get started