Jiyana Komelayetî

Em di vê xebatê de, heta niha li ser berpirsyariya xwe ya şexsî û giyanî rawestiyan. Lê belê em dîsa jî berpirsyarin ku li gel civatekê kom bibin û hêviya xwe bi wan re par vekin. Divê ev hêvî her demê li gel me peyda bibe. Me nîşan da ku piştî vaftîzmê, me li çolê dest bi rêwîtiya ber bi serdestiyê ve kir. Pêwîstiya ku em têkiliyê li gel rêhevalên xwe deynin, êdî tiştekî xwezayî ye. Em rojên dawîn ji rojên berî hatina Mesîh dijîn. Ji bo ku em di vê demê de bikaribin heq ji ceribandinên tevlîhev derkevin, pêwîstiya me pê heye ku em li gel yên di rewşa xwe de hestên xwe par vekin: "em dest ji hatina gel hev bernedin...Lê belê, (di derbarê hatina duwemîn de) divê em bibînin ku ew roj nêzîk dibe û em dilê hev xweş bikin" (Îbr. 10:25 ; krş. Mal. 3:16). Ji ber vê yekê divê bawermend, xebata Încîlê bi hev re par vekin, beşdarî ayîna par vekirina hestan, û çalakiyên wa'zê bibin. Ji bo vê jî divê bi riya nameyan û serdanan têkiliya di navbera xwe de bi hêz bikin.
 

Ji bo hêviya Serdestiyê ya mezin, ji dinyayê gazî me tevan kirin. Gotina 'Pîroz' tê wateya 'kesê ku gazî wî kirine' û li şûna çend bawermendên dema derbasbûyî, tê wateya tevayê bawermendan. Di Încîla Ingilîzî de, gotina Yunanî ya ku bi wateya 'dêrê' hatiye wergerandin, dixwaze bibêje 'komik' ku bixwe tê wateya 'komcivîna kesên ku gazî wan bûye -ango bawermend- . Ji ber vê yekê 'dêr' ji avahiya kombûna mirovan bêhtir, tê wateya koma bawermendan. Ji bo ku pêşî li bikaranîna şaş ya vê bêjeyê were girtin, Birayên li gel Mesîh dixwazin, dêra xwe mîna 'komik' bi nav bikin.
 
Heger li bajarekî an jî li herêmekê, çend bawermend hebin, divê cihekî peyda bikin ku bikaribin bi awayekî bi rêkûpêk lê bicivin. Ev cîh dikare mala bawermendekî an jî saloneke kirêkirî be. Komikên Birayên li gel Mesîh, li çar hêlên dinyayê, li navendên civînan, li salonên hotêlan yên ji bo konferansan, li salonên ku bixwe avakirine û li malên taybetî têne cem hev. Armanca vê komikê ewe ku bi riya xebata Încîlê endamê xwe bi hêz bike, bi riya wa'zan bihêle ku stêrka wan biçirise ku ew bikaribin şahidiya dinyayê bikin. Programa bingehîn ya komikeke Birayên li gel Mesîh dikare wiha be:


YEKŞEM 11:00 Ayîna Par vekirina Nan

18:00 Xebata Wa'zê Ya Ji Bo Her kesî

ÇARŞEM 8:00 Xebata Încîlê


Komik beşek ji malbata Yezdan e. Di komikê de endam girêdayî hev in û her endam li hemberî yê din xwedî berpirsyarî ye, û hişyare. Mesîh bixwe mînaka berbiçav ya vê têkiliyê ye. Li beramberî mezinatiya wî ya giyanî, dema ku wan di nava xwe de gotûbêja kesê herî mezin dikirin, wî lingên murîdan dişûştin û xizmeta her kesî dikir. Îsa fermoyî me kir ku em wî ji bo xwe bikin nimûne (Yû. 13:14,15 ; Met. 20:25-28).


Ji ber ku xelatên Giyanê Pîroz bi paşve hatine kişandin, tu wezîfeya 'rîsipiyan' nemaye: "ji ber ku yek mamostayê we heye û ew jî Mesîh e; hûn tev bira ne" (Met. 23:8). Ji ber vê yekê Birayên li gel Mesîh, bêyî ku rewşa hev ya dinyayî bidin ber çavên xwe, ew dema ku behsa dikin, ji hev re dibêjin, 'bira' û 'xwişkê'. Gotina van gotinan divê di nava bawermendan de weke nîşandana rûmetê be. Wê kesên ku dixwazin bidin pey gotina Yezdan, rûmeteke mezin bidin van şîretên bawermendan. Dîsa jî wê ew (li gel xwe) ta ku gotina Yezdan bi awayekî raste rast derbasî nava wan bibe, şîretên bawermendên din bistînin.
 

Zanîna ku di komcivînê de were pêşkêş kirin, wê li ser gotina Yezdan be. Ji ber vê yekê, her kesê ku di komcivînê de, axaftinên ji bo her kesî vekirî pêşkêş bike, bi navê Wî diaxife û Yezdan tîne ziman. Ji ber ku Yezdan zilame, bi tenê bira dikarin gotinên wî di komcivînan de bibêjin.


Ko1. 14:34 wiha dibêje: "Bera jinên we di komcivînan de bêdeng bin; ji ber ku destur nîne ku ew biaxifin" . Ti1. 2:11-15 ji bo sedema vê yekê me ber bi bûyerên bexçeyê bihûştê ve dibe. Ji ber ku Hewa Adem fêrî guneh kir; divê jin niha jî dersan nedin mêran. Yezdan ji ber vê yekê Adem berî Hewa afirandiye: "Serê jinê zilam e" (Ko1. 11:3). Ji ber vê yekê di mijarên giyanî de, divê zilam jinê birêve bibe. Ji ber vê yekê, "bera jin bi bêdengî fêr bibe. Lê ez desturê nadim ku ew dersan bide zilaman û serdestiyê li zilam bike. Bera jin bêdeng be. Ji ber ku pêşî Adem û piştre Hewa hat afirandin. Adem nehat xapandin, lê jin xapiya û guneh kir. Lê heger jin bi bêdengî, giranî û bawerî jiyana xwe bidomîne, wê bi anîna zarokan (bi Yunanî 'bi riya') bigihîje xelasiyê" (Ti1. 2:11-15).


Diyare ku Încîlê wezîfeyên ji hev cûda dane ser milê jin û zilamên bawermend. Ji bo jinê hinek tişt hatine fermokirin: "zewac, anîna zarokan û birêvebirina malê" (Ti1. 5:14). Ev dide nîşandan ku çerçoveya xebata wan ya giyanî, mal e. Ji ber vê yekê, di nava komikê de xebata vekirî ji zilaman re hatiye hiştin. Baweriya wekheviya di nava jin û zilam de, li gel teoriya mirovî (humanîst) di nava nakokiyeke mezin de ye. Ji bo vê yekê jinên ku xwe dane wezîfeya xwe, dikarin bibêjin ku ew ji aboriya malbatê dikarin ji xwe re kincên Uniseks bikirin û ew bi her awahî mîna zilamê xwe ne. Li vê dinyaya materyalîst û egoîst, ji bo tenduristiya hestan, xwedîkirina zarokan pêwîstiyeke, lê belê ew jî êdî mîna zoriyekê tê dîtin. Bawermendên rast divê xwe ji van ramanên sedsalê bi dur xin. Divê mêr, li ser jinê nebe mîrza (xwedî) lê belê mîna ku Mesîh ji me hez dike, ji wê hez bike (Ef. 5:25).


"Zilamno, bi wan re (bi jinên xwe re) li hev bikin (li gora ku hûn gotina Yezdan dipejirînin, li hemberî jinên xwe jî çavvekirî bin). Rumetê bidin jinên ku hebûnên bê taqet in, ji ber ku ew hevpar û mîratxwirên jiyanê ne, û Yezdan ev jiyan pêşkêşî me tevan kiriye" (Pe1. 3:7).


Bi bêjeyên (manewî) giyanî, vaftîzma li gel Mesîh jin û mêr dike mîna hev (Gal. 3:27,28 krş. Ko1. 11:11). Lê belê ev yek dîsa jî ayeta ku dibêje "zilam serê jin ê ye" (Ko1. 11:3) di meseleyên kiryarî û giyanî de, hem di nava malbatê de û hem jî di nava komikê de vala dernaxîne.

Ji bo nîşan bidin ku ev prensîb hatiye fêmkirin, divê jinên bawermend li hemberî birayê ku li ser gotina Yezdan dersan dide, serê xwe girê din. Ev tê wateya ku divê, di tevayê civînên komikê de, şefqe an jî desmalek (ji aliyê jinan ve) were bikar anîn. Divê cûdabûna di navbera rolên jin û mêr de, bi cûdabûna şiklê porê wan were nîşandan (1 Cor. 11:14,15). "Jina ku bê sergirêdan dua bike, serê xwe (ango mêrê xwe - a.3) biçûk dike: ji ber ku ferqa jineke wisa ji ya jinekê ku serê xwe kur kiribe, nîne. Heger jin serê xwe ne nuximîne, bera kur bike. Lê heger kurkirina por ji bo jinekê şerm be, wê demê bera serê xwe girê de... Ji ber vê yekê, divê jin, mîna nîşana ku ew dibin serdestiya mêrê xwe de, bibe xwediya desmalekê" (Ko1. 11:5,6,10 A.V. têbinî).


Gotarên Din

Pirsgirêkên Giyanî

Zewac

Jiyana Komelayetî

Create your website for free! This website was made with Webnode. Create your own for free today! Get started