
Dua
Girîngiya Duayê
Ji bo pêşveçûnê, yek ji çalakiyên girîng jî dua ye. Li gora ku ji me re hatiye gotin, "di navbera Yezdan û însan de yek qasid bi tenê heye, ku xwe ji bo herkesî pêşkêşkiriye" ew jî Mesîh Îsa ye. Pavlus ji bo danasîna karûbarê Mesîh wiha diaxife: "Ji ber vê yekê ez dixwazim ku însan bê dudilî. . . . . li her derê dua bikin (1Ti. 2:5-8). "Ji ber ku Serrahibekî me heye ku mîna me di her aliyê jiyanê de hatiye ceribandin, lê guneh nekiriye. Û ew ne wiha ye ku di zeîfiyên me de xwe nêzîkî me neke. Ji ber vê yekê, ji bo em bikaribin xwe bigihînin dilovaniya Yezdan, û alîkariya ji bo me pêwîst, divê em bi wêrekî xwe nêzîkî textê Yezdan bikin" (4:15-16).
Mesîh Serrahibê me ye û ew duayên me pêşkêşî Yezdan dike. Ji bo ku em wezîfeya wî teqdîr bikin, tê xwestin ku em bi bawerî dua bikin. Divê em duayên xwe mîna 'lîsteya daxwazan' pêşkêşî Yezdan nekin. Hinek ji duayên girîng ev in, ku em berî xwarinê ji bo bereketa ku Yezdan daye me duaya spasiyê bikin, di rêwîtiya xwe de duaya mayina li selametê bikin û her wiha.
Em di duayên xwe de tevayê pirsgirêkên xwe li ber Yezdan radixin û digihîjin aramiyê: "Tevayê daxwazên xwe (tiştekî hewqasî biçûk nîne ku mirov ji bo wî nikaribe lava bike) bi riya dua û bi spasî pêşkêşî Yezdan bikin. Wê demê wê cemala Yezdan. . . . . dil û mêjiyê we biparêze" (Fi. 4:6-7).
Heger ku duayên me li gora daxwaza Yezdan bin, ewê bersiva xwe bibînin (1Yû. 5:14). Em dikarin daxwazên Yezdan, bi riya xebata li ser gotinên wî binasin ku ew Giyan/Bîra Wî bi me dide nasandin. Ji bo vê divê xebata me ya li ser Încîlê fêrî me bike, em ji bo çi û bi çi awahî dua bikin. Bi vê sedemê (Yezdan dibêje) "Heger...gotinên min li gel we bimînin, hûn çi bixwazin ewê ji bo we were kirin" (Yû. 15:7).
Di Nivîsên Pîroz de gelek mînakên duakirina bi rêkûpêk hene (Zeb. 119:164 ; Dan. 6:10). Di rojê de çend duayên spasiyê, û dua sibehê û êvarê jî yên herî bingehînin.